Lidarxistina cejna Meb`sê li seranserê Îranê
Sibat 18, 2023 17:14 Asia/Tehran
Cejna Meb`sê îro li seranserê Îrana islamî hat lidarxistin.
Îro şemî 27ê Receba sala 1444 a Koçî-Heyvî hevgavê 18ê Sibatê salroja Meb`esa pêxemberê hêja yên islamê hezretê Mihemed (S) e.
Cejna Meb`sê ango salvegera bijartina resûlê ekrem (S) bo pêxembertîyê îro li seranserê Îrana islamî hat lidarxistin.
Bi boneya cejna Meb`sê mezargeha Şahçêrag li şarê Şîrazê di nava ronahî û şayîyê da bû.
Herwiha li mizgevt û warên dînî yên Şîrazê mewlûd hat xwendin.
Cejn û merasimên bi vî rengî li seranserê Îranê li mezargehên pîroz û warên dînî hatin lidarxistin.