Berfirebûna ``çanda yekitîyê`` bi saya sîyaseta durist a Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339567-berfirebûna_çanda_yekitîyê_bi_saya_sîyaseta_durist_a_Îranê
Muftîyê civaka misilmanên Ûrsêtê got: Lidarxistina konferansên wekî Civata Navnetewî- Herêmî ya Yekitîya Islamî têkçûna komploya dijminan a birêxistina bêtifaqîyê ray dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2023 11:54 Asia/Tehran
  • Berfirebûna ``çanda yekitîyê`` bi saya sîyaseta durist a Îranê

Muftîyê civaka misilmanên Ûrsêtê got: Lidarxistina konferansên wekî Civata Navnetewî- Herêmî ya Yekitîya Islamî têkçûna komploya dijminan a birêxistina bêtifaqîyê ray dide.

Civîna Duyê ya Herêmî ya Yekitîya Islamî ser navê ``lihevnêzîkkirina mezhebên islamî û şaristanîyetsazîya nûjen a islamî di pêngava duyê ya şoreşê da``duh bi pişikdarîya alimên dînî yên Îranê û cîhana islamê li Zanîngeha Azad a şarê Gurganê li bakura Îranê dest pê bû.

Muftîyê civaka misilmanên Ûrsêtê Şêx Kefa Mihemed Bethan li şarê Gurganê got: Di konferansên bi vî rengî da alimên dînî yên ji mezhebên islamî dicivin û gotûbêjê dikin ku ev yeka nîşan dide ti nakokîyeke bingehîn û mezin di navbera mezheban da tineye.

Vî alimê dînî yê sunne û ûris pêgirî kir ku girîngatîya civîna navnetewî-herêmî ya Yekitîya Islamî di vir da ye ku di piratîkê da ray dide gotinên têkildarî hebûna nakokîyê di navbera mezheban da, ne rast in.