Destpêbûna sûdwergirtina ji zêde ji 160 projên telekomê li Loristanê
Sibat 16, 2023 11:42 Asia/Tehran
Rêvebirê Navenda Telekomê ya parêzgeha Loristanê got : Zêde ji 160 plan û projên telekomê di 12 mehên buhurî da gihîştine qonaxa sûdwergirtinê.
Rêvebirê Navenda Telekomê ya parêzgeha Loristanê Nebîyullah Şemsîfer got: Di 12 mehên buhurî da sûdwergirtina ji zêde ji 160 projeyên telekomê li parêzgeha Loristanê dest pê bûye ku ji bo wan projana zêde ji 260 milyard Tûmen hatîye xerckirin.
Wî herwiha got: Teknolojîyên nû dewsa telefonên malan hatin bicihkirin û em hewil didin ku xizmetên di warê înterneta li malê jî pêş bixin.