Sibat 13, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Kenanî: “Rejîma Siyonîst nikare kiryara leşkerî dijî Îranê pêk bîne”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir: “Rejîma Siyonîst nikare kiryara leşkerî dijî Îranê pêk bîne.”

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di press-konferansa xwe ya hefteyî derbarê manovra leşkerî ya hevpar ji aliyê Rejîma Siyonîst û Amerîkayê va got: “Rejîma Siyonîst ciddîbûna Îranê di bersivdana li hemberî kiryarên dijî  ewlehiyê û destdirêjkerane bi caran dîtiye û tama wê çêj kiriye.” Wî got: “Amerîka hevpeyman û piştevana giştalî ya Rejîma Siyonîst; vêca divê derheq kiryarên vê rejîmê bersivdêr be.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê venexwendina Îranê ji bo beşdariya di Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîxê jî got: “Ev kiryar li dijî esla bêalîtiyê ye, nemaze welatekî wek Îranê ku roleke girîng, diyarker û înkarnebûyî di warê  ewlehiya navçeyî û navneteweyî heye û ev kiryar yê wateya hesabên şaş û dewama reftarên xelet.”

Kenanî derbarê dewama gotûbêjên ji bo rakirina boykotan jî got: “Îran pabendî rêya gotûbêjê ye û aliyên din û Amerîka di cihanîna pratîkî ya tiştê wek meyl û meraqa ji bo vegeriyana bo Lihevkirinameyê radigihînin, divê nêta xwe ya baş bi  awayekî pratîkî nîşan bidin û vegerin rêya gotûbêjê û cihanîna lihevkirinameyê.”

Serepeyv