Kenanî: “Binpêkerên mafên merivan, idiakerên derewker ên mafên merivan in”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: “Welatên ku her roj mafên merivan binpê dikin, idiakerên derewker ên vî warî ne.”
Wezareta Karên Derve ya Îranê “Nasir Kenanî” li rûpela xwe ya twitterê nivîsî: “Hevpeymana Amerîkayê ya stratejîk û şirîka Ewropayê li Rojavayê Asyayê, rejîmek e ku li gorî amarên Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê, di sala 2022an da 224 filistînî nemaze 53 zarok kuştin, deh hezar û pênc sedd kes birîndar kirin û 171 carê jî komên hawargiheştin û rizgarkirinê û ambûlans kirin armanc.”
Kenanî amajeyî kavilkirina malên filistînîyan bi destê leşkerên Rejîma Sîyonîst kir û nivîsî: “Kavilkirina 2 malên filistînîyan bi hegera nebûna mohlet û iznê bi destê leşkerên sîynîst li rojavayê Bêyt Lehmê pêkenîyeke tel e, xwedîyên sereke yên wê erdê neçar in ku mohlet û izna avakirinê ji dagirkeran wergirin! dagirker jî nadin, ji ber ku vî karî berbendek ser rêya berfirekirina bajarokên sîyonîstnişîn dizanin! lewma kavil dikin!”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha nivîsî: ‘’Di meha Çilleyê da 35 filistînî bi destê Rejîma Sîyonîst li deverên curbicur ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê hatin şehîdkirin; Dsan li piştgirîya welatên rojavayî ji mafên merivan binêrin!’’