Çile 30, 2023 15:14 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilabê: “Asoya Pêşketina Îranê gelekî rontir ji pêşbînîyên niha ye”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel bi sedan berhemêner, karsaz û çalakên warên zanistbingeh da, pêşeroja gel û asoya pêşketina Îranê gelekî rontir ji pêşbînîyên niha zanî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di vê hevdîtinê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji moral, nêrîna bi hêvîdarî û çalakiyên berbiçav ên çalakên warê berhemanîn û karsaziyê yên Îranê, got:  “Potensiyel û derfeta pêşketina welêt li gorî çavkaniyên sirûştî, mewqî û cîgeha coxrafyayî, navneteweyî û siyasî û nemaze hêzên însanî, gelekî zêde û di hin babetan da istîsna ye û ji ber vê yekê pêşeroja gel û asoya pêşketina Îranê gelekî  rontir ji pêşbînîyên niha ye.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêşeroja ronî ya Îranê hewcedara pêşketina aborî ya bilez û berdewam zanî û tevî amajeya bi ewlewiyeta pêşketina aborî ya hevrê digel dadmendiyê di Bernameya Heftem a Pêşketinê da, sedem û pêdiviyên  pêşketina aborî şirove kirin û tekez kir, Pêşketina aborî ji bo çareserkirina pirsgirêkên berbiçav û dijwariyên jiyana mal û malbatan, tam pêwîst e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî binavkirina îsal wek Sala “Berhemanîn, Zanistbingeh, Karsaz” heta radeyekê ji ber hevdîtina sala derbasbûyî tev çalakên aborî zanî û got, Pêşangeha ku du roj berê seredana wê hat kirin, nîşan dida ku xebatine

hema  bêje baş di warê dirûşmeya salê da pêk hatine, tevî ku axaftinên çalakên aborî di vê hevdîtinê da derbarê pêşketina welêt ji hêla aborî va, hin hêvî û mizgîniyên baş dide me û pîvanên fermî yên nîveka yekê ya sala 1401ê jî pirranî pêşketin û  hereketê nîşan didin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî serkeftinên roja îro di gelek waran da ji ber destpêbûna bizava zanistî di derdora panzdeh sal berê zanî û got: “Xortên zanyar divê hêlên herî pêşîn ên cîhanî jî derbas bikin û rewşê ji bo serêxwegirtina vê hêviyê  xweş bikin ku pêncî salên din eger kesekî xwest ji nûçeyên herî nû di warê zanistê da haydar bibe, neçar bibe ku xwe hînî Zimanê Farisî bike.”

 

Serepeyv