Çile 23, 2023 15:58 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Îran û Iraqê di warê pere da, boykotên Amerîkayê bêbandor dike

Serokê Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Iraqê tekez kir: Lihevkirina Îran û Iraqê di warê pere da, boykotên Amerîkayê yên dolarê bêbandor dike.

Yehya Alê Îshaq Serokê Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Iraqê di gotûbêja bi IRNA'yê ra bal kişande ser sînordariyên sepandî aliyê Amerîkayê li ser Bexdayê di warê pereyên biyanî da û got: Eger Îran û Iraq ji bo danûstandina darayî bi rêya Riyal-Dînarê li hev bikin, boyotên nû yên di warê dolarê li ser Iraqê dikarin bên bêbandorkirin.

Alê Îshaq her wiha got: Amerîka di warên cûr bi cûr da li hemberî welatên ku kêşeya wê bi wan ra heye, disekine. Wî got: Yek ji van waran mijaran pereyên biyanî ye ku Amerîka wek amûrek wê bi kar tîne da ku hin pirsgirêkan ji bo welatan pêk bîne; hema wisa ku bi salan e ev rêbaz li hemberî Îranê bi kar aniye û niha jî vê yekê li hemberî Iraqê bi kar tîne.

Alê Îshaq bi gotina vê yekê ku pêkhateya abora Iraqê li ser bingeha firotina niftê ye, got: Ev danûstandinên niftê bi pirranî bi dolarê pêk tên û darayîyeke mezin a pereyê biyanî ayîdî Iraqê dike; Lê Amerîkayê bi pêkanîna nehevsengiyê, ferqa di nirxê da ji bo derkirrîn û hinardekirina kelûpelên bilî niftê li Iraqê pêk aniye.

Serepeyv