Çile 20, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Kenanî: Sipah saziya dijî terorîsmê ya herî mezin li cîhanê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî pêngava Parlimana Ewropayê li dijî Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, tekez kir: Sipah saziya dijî terorîsmê ya herî mezin li cîhanê ye.

Nûnerê Parlimana Ewropayê roja 18ê Çileya 2023an dengê erê dan pêveka pêşniyazkirî ji bo bicihkirina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di Lîsteya Komên Terorîst a Yekîtioya Ewropayê (YE).

Biryarên Parlimana Ewropayê wek pêşniyaz tên hesibandin û di asta daxwazê da ne.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser rûpela xwe bal kişande ser pêngava dije-îranî ya Parlimana Ewropayê li hemberî Sipahê, nivîsî: Rejîma apartayd a Îsraîlê pênaseya terorîstî ya birêxistinkirî ya herî mezin li cîhanê, rejîma Inglîzê xîmdar û rejîma Amerîkayê piştevana wê ya herî mezin e.

Kenanî her wiha nivîsî: Sedema hêrsbûna klûba cîhanî ya terorîstan ji Sipahê diyar e; 'Sipah saziya dijî terorîsmê ya herî mezin li cîhanê' ye.

 

Serepeyv