Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro dê biçe Tirkiyê
Çile 08, 2023 15:01 Asia/Tehran
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê ji bo beşdariya di civîna meclîsên welatên asyayî dê serdana Tirkiyê bike.
Ebulfezl Emûyî Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi IRAN Press'ê ra got: Di vê serdana durojî da, hin nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî jî hevrêtiya Muhemedbaqir Qalîbaf dikin.
Muhemedbaqir Qalîbaf dê li vê civînê biaxive.