Ji ber hinardekirina Meygoyan 15 miliyon dolar ayîdî Parêzgeha Gulistanê bû
Rêveberê Giştî yê Avjîmeniyê yê Parêzgeha Gulistanê tevî tekeziya li ser xwedîkirina avjîyan li vê parêzgehê, got: Îsal (1401) zêde ji sê hezar ton meygo li Parêzgeha Gulistanê hatiye berhemanîn ku bi rêya hinardekirina vê berhemê zêde ji 15 miliyon dolar ayîdî parêzgehê bûye.
Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Rêveberiya Giştî ya Avjîmeniyê ya Parêzgeha Gulistanê, Îsmaîl Cebarî Rêveberê Giştî yê Avjîmeniyê yê vê parêzgehê got: Zêde ji 1200 miliyar toman ji bûceya pesendkirî ya Taxima Hikûmeta Îranê di serdana bo Parêzgeha Gulistanê ji bo babetên avjîmeniyê hat terxankirin û ev yek bûye sebeba hêvîdariya çalakên vî warî û derfet ji bo berfirehkirina avjîyan (masî, meygo û hwd) dabîn kiriye.
Cebarî got: Mixabin girtina bêdestûr a masiyên bihestî û xaviyar (Caviar) bûye sebeb ku zimhêrên deryayê kêm bibin. Rêveberiya Avjîmeniyê ya parêzgehê îsal zêde ji 50 miliyon têjikên masiyan nemaze cûreya beqerî (karp) ji bo vejiyandina zimhêrên Deryaya Xezetê berdane nav avê.
Cebarî di dawiyê da got: Îsal zêde ji 4 hezar ton xwareka meygoyan ji başûrê welêt derbasî Parêzgeha Gulistanê hatiye kirin ku ev yek pêwîstiya pêkanîna zincîreya berhemanînê li vê parêzgehê nîşan dide.