Îran di rêza 5 welatên pêşeng di warê berhemanîna losteran da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338507-Îran_di_rêza_5_welatên_pêşeng_di_warê_berhemanîna_losteran_da
Serokê Yekitîya Lostersazên Têhranê got: Loster û çirayên îranî ji ber kualîteya baş li cîhanê navdar in û Îran di vê pîşeyê de, di rêza 5 welatên sereke û pêşeng ên cîhanê da ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Îran di rêza 5 welatên pêşeng di warê berhemanîna losteran da

Serokê Yekitîya Lostersazên Têhranê got: Loster û çirayên îranî ji ber kualîteya baş li cîhanê navdar in û Îran di vê pîşeyê de, di rêza 5 welatên sereke û pêşeng ên cîhanê da ye.

Serokê Yekitîya Lostersazên Têhranê Hemîdriza Menafî îro di merasima vekirina Dewra Bîst û Heştan a Loster û Çirayên Xemilkarîyê ya Têhranê da got: Para zêde ya losterên îranî ji hêla Ûrsêt, Iraq, Efganistan, welatên rojhilat û heta rojavaya Ewrûpayê va tê kirrîn û ew welatana bazarên armanc ji bo hinardekirina berhemên îranî ne.

Dewra Bîst û Heştan a Loster û Çirayên Xemilkarîyê ya Têhranê îro bi amadebûna Cîgirê Wezîrê Pîşe, Meiden û Ticareta Îranê dest pê bû. Ev nîşangeha pisporî û pîşeyî bi mêhwera ``hinardekirin û pêşxistina wê`` destpê bûye û yê 4 rojan bidome.