Endeksa Bûrsa Tehranê bi qasî 12 hezar yekeyî bilindtir bû
Endeksa giştî ya Bûrsa Tehranê di dawiya danûstandinên roja Duşemiyê, 26ê Kanûna 2022an da bi bilindbûneke bi qasî 12 hezar û 829 yekeyan gihîşte miliyonek û 576 hezar yekeyî.
Li gorî rapora IRNA'yê, Di danûstandinên roja Duşemiyê da, "Endeksa Hevkêş" bi zêdebûna çar hezar û 300 yekeyî gihîşte 467 hezar û 54 yekeyan û "Endeksa Bihayê" bi zêdebûna 2 hezar û 560 yekeyî gihîşte 278 hezar û 7 yekeyan.
Her wiha "Endeksa Bazara Yekem" bi qasî heft hezar û 634 yekeyan û "Endeksa Bazara Duyem" bi qasî 31 hezar û 257 yekeyan bilindtir bûn.
Duh li danûstandinên Bûrsa Tehranê zêde ji 11 miliyar û 73 miliyon hîse (stok) û Belgeyên Bihadar bi bihayê 59 hezar û 599 miliyar riyalî hatin kirrîn û firotin.
Ji aliyê din va, Endeksa Raserbûrsê (OTC) jî duh bi qasî 61 yekeyê bilindtir bû û gihîşte 19 hezar û 829 yekeyan.
Li Bazara Raserbûrsê zêde ji heft miliyar û 539 miliyon belgeyên hîse û Belgeyên Bihadar hatin kirrîn û firotin û hejmara danûstandinên duh li vê bazarê zêdetirî 321 hezar û 36 doran bûn.