Heta niha 240 Startup ji aliyê îraniyên derveyî welêt va hatine damezirandin
Heta niha 240 Startup û Kompaniyên Zanistbingeh ji aliyê îraniyên derveyî welêt va hatine damezirandin.
Alîkarê Beşa Berfirehkirina Peywendiyên Zanistî û Sermiyana Zanistî ya Navenda Danûstandina a Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Aboriya Zanistbingeh a Serokkomartiya Îranê ragihand ku 240 Startup û kompaniyên zanistbingeh ji aliyê îraniyên derveyî welêt va hatine damezirandin.
Seyid Elî Huseynî ji Mehr News'ê ra got: Bi saya bicihanîna bernameya vegeriyana lêkolerên welêt ji aliyê Cîgirtiya Zanistî va, zêde ji 2700 kes ji pisporên îranî di warên cûr bi cûr da hevkariya xwe digel navendên zanist û teknolojiyê dest pê kiriye.
Wî got: Sedî 20 ji van kesan derçûyîyên 20 zanîngehên herî sereke yên cîhanê ne û derdora sedî 70 ji van kesan zêdetirî 5 salan li derveyî Îranê jiyane.
Li gorî gotina Alîkarê Beşa Berfirehkirina Peywendiyên Zanistî û Sermiyana Zanistî ya Navenda Danûstandina a Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Aboriya Zanistbingeh a Serokkomartiya Îranê, heta niha 240 Startup û kompaniyên zanistbingeh di warên cûr bi cûr da hatine îcadkirin û bi saya vê yekê rewş ji bo karkirina rasterast a zêde ji 2000 kes ji pispor û derçûyîyên zanîngehên navxweyî hatiye dabînkirin.
Huseynî got: Heta niha zêde ji 400 lêkolerên ku vegeriyane nav welêt di çarçoveya vê bernameyê da bûne endamê Desteya Zanistî ya Zanîngehên Îranê yên asta yekem.