Kanûn 26, 2022 19:01 Asia/Tehran
  • Kenanî: Zemîne ji bo lihevkirina bo rakirina boykotên zalimane dijî Îranê heye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê dewama gotûbêjên rakirina boykotên zalimane yên sepandî li ser Komara Îslamî ya Îranê, got: Zemîne ji bo lihevkirinê heye û eger kiryarên avaker ji aliyê hember va pêk bên, lihevkirin dê ser hev da were.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna hefteyî digel nûçegihanan derbarê dewama gotûbêjên ji bo rakirina boykotên zalimane ji ser Îranê, her wiha got: Pencereya gotûbêjê ji aliyê Îranê va vekirî ye, lê nêrîna dewleta Amerîkayê nêrîna ducûre ya sergerdanî û dijhev e û helwêstên wan jî nerênî ne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê tawanbarkirina dubare ya Îranê ji aliyê Ukraynê bi sûcê şandina xwefirran bo Rûsiyê, got: Îranê di vî warî da bi caran helwêsta xwe ragihandiye û helwêst û nêrîna Komara Îslamî ya Îranê ya bingehîn ji zimanê rayedarên payebilind ên Komara Îslamî jî hatiye ragihandin. Tevî ku tawanbarkirina Îranê bi aşkiratî bin kêrî gel û rêberên Ukraynê nayê.

Kenanî tevî redkirina tawanên hilêxistî ji aliyê rayedarên ukraynî va, tekez kir: Îran beşeke şêrr li Ukraynê nîne û amadeyî alîkariyê ji bo çareserkirina qeyranê û pêkhatina aştiyê li vî welatî ye.

 

Serepeyv