Kanûn 26, 2022 10:49 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê sersala nû ya mîladî pîroz kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi şandina peyamekê bo 'Pope Francis' rêberê katolîkên cîhanê, jidayîkbûna hezretê Îsayê Mesîh (S) û destpêbûna sala 2023an li wî û hemî şopînerên mesîhîyetê pîroz kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyama xwe ya pîrozbahiya sala nû bo rêberê katolîkên cîhanê da tevî amajeya bi cîgeha bilind a hezretê Mesîh (S) li Quranê û gotinên wî di warê hevdilî, azadiya rasteqîn, mizgînîdana derheq rizgarker û bextewariya mirovahiyê, hêvî kir ku di sala nû da, bi alîkariya perwerdehiyên binirx ên ji aliyê pêxemberên Xwedê ji wan Hezretê Îsa (S) û berxwedana di rêya nirxên xwedayî da, bextewariya mirovahiyê serê xwe bigire û  cîhaneke tijî ji dadmendî û hevdiliya di navbera gelan da pêk were.

Duh anku Duşemî, 25ê Kanûna 2022an, salvegera jidayîkbûna hezretê Îsayê Mehîs (S) bû.

Qurana pîroz di gelek ayetan da qala hezretê Mesîh (S) û cîgeha wî ya bilind wek pêxemberekî Olol-'ezm (xwediyê pirtûk û şerîetê) kiriye.

Xirîstiyanî di roja jidayîkbûna hezretê Îsayê Mesîh (S), pêxemberê Xwedê yê mezin da deb û rismên taybet li dar dixin; danîna Dara Kaja Kesk li nav malan yek ji van deb û risman e.

 

Serepeyv