Îranê himberî êrişa polîsên Firansayê ser kurdan bertek nîşan da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa tund û nijadperestîya himberî nerazîyên kurd li Parîsê şermzar kir.
Roja înîyê kesekî bi navê William M. yê 69 salî li Parîsê bi çekê êrişî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya kir û di ecama êrişê de 3 kurdan canê xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê xwenîşandanên nerazîbûnê destpê kirin lê di navbera xwenîşanderan û polîsan da gêre û pevçûn derket û polîsan gaza rondikîner bi kar anîn.
Serokê Polîsên Parîsê ragihand ku 11 kes di dema nerazîbûn û alozîyên roja şemîyê da li wî şarî hatin desteserkirin û zêde ji 30 efser jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Nasir Kenanî jî wek berteka himberî pevçûnên li Parîsê, xwe şirîkê xema malbatên gorîyên wê êrişê zanî got: Komara Islamî ya Îranê ji ber ku gel nemaze misilman, kêmîne û koçber dikevin ber xeterê, gellekî dilnigeran e û pêgirîyê dike ku pêwîst e polîsên Firansayê dema kombûnên biaştî yên nerazîyan ser hemdê xwe bin.
Kenanî li gorî rabhorîya sîyasî ya hikûmeta Firansayê di warê sîyasetên cihêkarîyê himberî kêmîne û koçberan da û tundîya hibmerî nerazîyan got: Lêkolînên bêalî têkildarî bûyera li Parîsê dikarin alîkarîyê bidin zelalkirina ber u layên wê.