Dayîna destûra avahîsaziyê li taxên kevn li Îranê sedî 50 zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338295-dayîna_destûra_avahîsaziyê_li_taxên_kevn_li_Îranê_sedî_50_zêde_bûye
Rêveberê Kompaniya Jinûva-Afirandina Bajaran a Îranê tevî ragihandina zêdebûna sedî 50 di warê derxistina destûrên avahîçêkirinê li taxên kevn, got ku zêde ji 111 mal di asta welêt da hatine nûjenkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2022 16:38 Asia/Tehran
  •  Dayîna destûra avahîsaziyê li taxên kevn li Îranê sedî 50 zêde bûye

Rêveberê Kompaniya Jinûva-Afirandina Bajaran a Îranê tevî ragihandina zêdebûna sedî 50 di warê derxistina destûrên avahîçêkirinê li taxên kevn, got ku zêde ji 111 mal di asta welêt da hatine nûjenkirin.

Li gorî rapora Mehr News'ê ji zarê Wezareta Rê û Çêkirina Bajaran, Muhemed Ayînî Alîkarê Wezîrê Rê û Çêkirina Bajaran û Rêveberê Kompaniya Jinûva-Afirandina Bajaran a Îranê  roja 21ê Kanûnê ragihand ku derxistina destûrên avahîsaziyê li taxên kevn bi qasî sedî 50 û hejmara malên nûjenkirî li van taxan sedî 46 zêde bûye.

Rêveberê Kompaniya Jinûva-Afirandina Bajaran a Îranê got: Bi giştî 167 hezar hiktar taxên nekêrhatî di asta welêt da hene ku 74 hezar hiktar ji wê taxên kevn, 59 hezar hiktar cihên jiyanê yên nefermî û li derdora bajaran û derdora 33 hezar hiktar jî pêkhateya dîrokî ye.

Muhemed Ayînî got: Ji destpêka cihanîna Plana Nûvandin û Qahêmkirinê va heta niha 220 hezar malên kevn û rizyayî hatin hilweşandin û li dewsa wan 710 hezar malên nû hatine avakirin.

Wî got: Niha 111 hezar û 500 mal li taxên kevn tên nûvandin ku 69 hezar ji wan bi piştevanîya dewletê û deynên bankî û dewletî tên nûvandin û avakirin.