Kanûn 21, 2022 18:58 Asia/Tehran
  • Li Îranê rojê 3 milyon bermîl nift tê derxistin

Wezîrê Niftê yê Îranê ragihand ku nika rojê 3 milyon bermîl nift li welêt tê derxistin.

Sindoqa Navnetewî ya Dirêv (IMF) 10 paramêtrên sereke yên abora Îranê di sala 2022an da hilkolandin û ragihand ku pişkên niftî û neniftî yên abora Îranê di sala 2022an da sedî 3 geş bûne, asta derxistin û hinardekirina niftê jorda çûye, asta zamê daketîye û derhata Îranê ya tam 3 qat bûye.

Asta derxistina gazê jî li Îranê tevî boykotên Amerîkayê jorda çûye.

Îranê di sala 2021ê da jî rojê 4 milyon bermîl nift û 33 milyon metrekûp gaz derxistibû û çav li rê ye ku ev asta di sala 2022an da jî rabe nêzî 5 milyon bermîl nift di rojê da.

Wezîrê Niftê yê Îranê, Cewad Ocî got ku em nika rojê 3 milyon bermîl nift derdixin. Wî derbara derxistina nifta sivik da jî got: Bi destpêşxerîya raberbûyî, em nika rojê 200 hezar bermîl nift zêdetir derdixin.

 

Serepeyv