Reyîsî: Helwestên Serokomarê Çînê dema seredana herêmê da bûn sedema gazindekirina Îranê
Serokê Komarta Islamî ya Îranê got: Hin helwestên ku Serokomarê Çînê dema seredana xwe ya herêmê da hilêxistin, bûn sedema gazindekirina gel û dewleta Îranê.
Ho Çûn Huwa Cîgirê Serokwezîrê Çînê ku bi mrema pêşxistina peywendîyên her du welatan digel desteyeke ticarî û aborî ji duh va hatîye Têhranê, di dewama hevdîtin û planên xwe da îro bi Serokê Komara Islamî ya Îranê ra hevdîtin pêk anî.
Seyîd Ibrahîm Reyîsî Serokê Komara Islamî ya Îranê di vê hevdîtinê da bi gotina vê yekê ku peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Çînê ji destpêka serketina şoreşa islamî va hertim di halê pêşxistinê da bûne, dîyar kir: Hin helwestên ku Serokomarê Çînê dema seredana xwe ya herêmê da hilêxistin, bûn sedema gazindekirina gel û dewleta Îranê, Têhran bi awayekî ciddî dixwaze ku ew helwest bên sererastkirinê.
Reyîsî seredana desteya çînî ya Têhranê ji bo pêşxistina hevkarîyên aborî û ticarî yên her du welatan girîng zanî û amaheyî rêkevtinameyên di navbera her du alîyan da ku serokomarên Îran û Çînê berî vîya wajo kirine, kir û tekez kir ku berpirsên her du welatan ji bo cihanîna wan hewil didin.
Ho Çûn Huwa Cîgirê Serokwezîrê Çînê jî di vê hevdîtinê da pêgirî ser vîna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendîyan digel Îrana xurt wek istiratêjîya dayimî ya vî welatî û neguhêrbûna vê vînê kir û got: Vîna Çînê ji bo xurt û kûrkirina peywendîyên digel Komara Islamî ya Îranê dûrî alûgurên herêmî û navnetewî yê bidome,
Cîgirê Serokwezîrê Çînê herwiha got: Çînê hertim rêz li serwerîya netewî û yekperçetîya axa Komara Islamî ya Îranê girîtye û piştgirîyê dide hewla Îranê ji bo dabînkirina berjewendîyên bingehîn ên xwe.