Kanûn 08, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Sebebkarekî ajawegêrîyên li Tehranê hat darvekirin

Yek ji sebebkarên ajawegêrîyên li Tehranê hat sêdaredanê.

Muhsin Şêkarî wek ajawegêr di 25ê Îlonê da bi kêrê êrişî parêzvanên ewlehîyê kir û di encamê da yek ji wan birîndar kir û bi daxistina kolanekê li Tehranê ewlehîya bajêr têk dabû.

Li gorî biryara dadgehê, ji bo vî kesî bi sûcê bikaranîna kêrê ya bi merema kuştin, birêxistina tirs û xofê, têkdana azadî û ewlehîya gel, herwiha birîndarkirina enqest a parêzvanekî ewlehîyê di dema erkdarîyê da, daxistina kolanê û têkdana rewş û ewlehîya civakê cezaya darvekirinê hat birrîn û ew îro hat sêdaredan.

Tawanbar mukur hatîye ku bi awayekî berdewam alkol û madeyên hişber bi kar dihanî û diket ber bandora lîstikên kompyûterê.

Di ajawegêrîyên vê dawîyê da bi dehan parêzvanên ewlehîyê li bajarên curbicur ên Îranê bi destê ajawegêrên ku hin welatên ewrûpî piştgirî didan wan, hatin şehîdkirin.

Ajawegêran herwiha gellek zîyan gîhandin sazî û dezgehên hikûmî, bankan û mal û milkên giştî û esnafan.

Ji ber wan karên ajawegêran, gel xwest ku Dezgeha Dadwerîyê bi awayekî teqil serederîyê himberî têkder û ajawegêran bike.

 

Serepeyv