Kenanî: Rejîmên rojavayî nekarîne sirûşta xwe ya dijî Mafên Mirov veşêrin
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Hinek Welatên Rojavayî tevî ku jêstên Mafên Mirov digirin, nekarîne sirûşta xwe ya dijî Mafên Mirov veşêrin.
Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê îro di twîtekê de nivîsî: Rayedarên rejîmên ku di dîroka xwe de darbe, komplo, destêwerdan û şerên bi xopan bi milyonan kuştiyan pêk anîne, vê dawiyê wek dawakarên Mafên Mirov li welatên
din, derketine holê, meseleya seyr û ecêb jî ev e ku tevî jêst û forsên derew derheq Mafên Mirov, nekarîne sirûşta xwe ya dijî mirovahiyê veşêrin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir: Nerazîbûnên gelanî li Inglîz, Almanya, Fransa û Awistralyayê kirêt û hêjayî rûbirûbûna tund in, lê ajawegiriyên li welatên ku wan ew kirine armanca xwe baş in û hêjayî piştgiriyê ne! Rayedarên van rejîman piştî dabeşkirina terorîzmê wek terorîzma baş û terorîzma xirab, danasîna xwe ji nerazîbûn û ajawegiriyê jî raber dikin.