Mijdar 14, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Îslamî: Boykot bû sebeba pêkhatina lêkolînên pêşeya berevaniyê li Îranê

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê di civîna pêşîn a Komcivîna neteweyî ya Cîgeha zanistû teknolojiyê li Berevaniya Pîroz, rola zanist û teknolojiyê di pêkhatina pêşeya berevaniya welêt şirove kir.

Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê îro di civîna beriya Komcivîna Neteweyî ya Cîgeha Zanist û Teknolojiyê di Berevaniya Pîroz da got: Rola zanist û teknolojiyê di Berevaniya Pîroz (heyama heştsalî ya Şerê Iraql dijî Îranê) divê di hewcetiya bereyên şêrr bi cûreyên cebilxane û amûran da were sehkirin.

Wî her wiha got: Boykot bûn sebeb ku komên teknolojî û pêşeya berevaniyê bi awayê berdewam van hewcetiyan bikin rojeva karê berhemanînê û pêdiviyên pêkhatina lêkolînên pêşeya berevaniyêp dihatin dabînkirin.

Îslamî her wiha got: Di serdema Berevaniya Pîroz da pêşeya Telekomê karî xwe berfireh bike û pergala telekomê ya hewce ji bo têkoşer û ewlehiya telekom û têkilîgirtinê dabîn bike û îro jî bûye pêşeyeke mezin û berfireh li welêt.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Balefirên ku roja îro hatine çêkirin di nîveka şêrr da xebata wan a şopandin û çêkirinê dest pê kiribû û heta dawiya şêrr û pejirandina biryarnameyê gihîştin nimûne û berhemê û roja îro berhemeke tam xwecihî ye û em dikarin pişta xwe bidinê.,

 

Serepeyv