Hûrgiliyên nû ji cinayeta terorîstî li Şîrazê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337547-hûrgiliyên_nû_ji_cinayeta_terorîstî_li_Şîrazê
Wezareta Îtila'atê ya Îranê bi daxuyaniyekê hûrgiliyên zêdetir derbarê cinayeta terorîstî li Şîrazê ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2022 14:13 Asia/Tehran
  •  Hûrgiliyên nû ji cinayeta terorîstî li Şîrazê

Wezareta Îtila'atê ya Îranê bi daxuyaniyekê hûrgiliyên zêdetir derbarê cinayeta terorîstî li Şîrazê ragihandin.

Wezareta Îtila'atê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, gişt şopandin, lêkolîn û operasiyonên pêkhatî heta niha bûn sebeba naskirin û girtina hemî sebebkarên rêvebirin, operasiyon û piştevaniya ji kiryara terorîstî ya Şîrazê.

Ev daxuyanî her wiha dibêje, hejmareke din a kesên ku ji bo operasiyoneke wek vê operasiyonê derbasî Îranê bûbûn jî hatin girtin; bi vî awayî heta niha 26 terorîstên tekfîrî hatine girtin ku tevahiya kesên girtî ne-îranî ne û hemwelatiyên Komara Azerbaycanê, Tacîkistan û Efxanistanê ne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, ev terorîst li parêzgehên Faris, Tehran, Elborz, Kirman, Qum û Xorasana Rezewî hatine şopandin û girtin; hejmareke wan jî li sînorên rojhilat û dema revîna jiÎranê hatine girtin.

Roja 26ê Cotmehê ji ber êrîşa terorîstî ya DAIŞê li ser Şahçiraxê, tirba paqij a Hezretê Ehmed ibni Mûsa (S) li bajarê Şîraza Îranê 13 kes ji wan 2 zarok şehîd û 30 ziyaretker jî birîndar bûn.