Wezîrê karên derve yê Îranê bertek nîşanî gotinên Joe Biden da
Wezîrê karên derve yê Îranê bertek nîşanî gotinên vê dawiyê yên Joe Bidenê serokomarê Amerîkayê derbarê alûgor û nearamiyên vê dawiyê li Îranê da.
Joe Biden serokomarê Amerîkayê berbanga Înê di kombûna teblîxatî ji bo Mayk Levin nûnerê demokrat li bajarê Ocean Side'ê li parêzgeha Kalîforniyayê da ji alîgirên xwe ra got: "Em ê Îranê azad bikin. Nîgeran nebin. Em ê Îranê azad bikin. Ew ê bi zûtî xwe azad bikin."
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê roja Înê hevdem digel 13ê Abanê (4ê Mijdarê), Roja neteweyî ya Têkoşîna dijî Istikbara Cîhanî di twîtekê da bi gotina vêya ku Koşka Sipî bi awayekî zehf di ajawegêriyên vê dawiyê li Îranê da tundûtûjî û teror rewac da û hevdem jinbo Lihevkirina Navokî hewil dide, xitabî Joe Biden serokomarê Amerîkayê, nivîsî: "Birêz Biden! reftara bi durûtî û piştevaniya ji DAIŞê rawestîne."