Mijdar 04, 2022 10:09 Asia/Tehran
  • Meşa Yewmullaha 13ê Abanê li seranserî Îrana Îslamî dest pê kir

Meşa Yewmullaha 13ê Abanê bi beşdariya xwendekar, xwendevan û çîn û qatên gel li ber balyozxaneya berê ya Amerîkayê li Tehranê û hevdem li 900 bajaran dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Beşdarên di vê merasima dijî isstikbarê da bi bilindkirina dirûşmeyên "Mirin bo Amerîkayê" nefreta xwe ji siyasetên dijminane û istikbarî yên pergala serdstîxwaz û di sêrî da Amerîkaya cinayetkar nîşan didin.

Li Tehranê ev merasim li ber balyozxaneya berê ya Amerîkayê li kolana Taleqaniyê tê lidarxistin û seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê axêverê sereke li merasimê ye.

 

Serepeyv