Cotmeh 27, 2022 19:15 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Dijminan ji bo ku Îranê bê ewle bikin, projeyek pir-qatî çêkirine

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Bûyera terorîstî ya li mezargeha Şahçiraxê niyeta gemar a teşwîqkarên teror û tundiyê li Îranê bi temamî eşkere kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro pêncşemê li rûpela xwe ya Instagramê nivîsî: Bê şik Komara Îslamî ya Îranê rê nade ku berjewendiyên neteweyî û ewlehiya welêt bibe pêlîstik û darê destê terorîst û destêwerdanên biyanî yên ku doza mafên mirovan dikin.

Nasir Kenanî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê amaje bi bûyera terorîstî ya li Şîrazê kir û got: "Dewekarên derewîn ên mafên mirovan, li pişt gotinên xwe yên mirovdostane û îdiayên derew, tam heman dîmenên tundî û rijandina xwîna gelê Îran dixwestin.

Kiriyara terorîstî ya DAIŞê roja Çarşemê di êrîşeke çekdarî de ser mezargeha pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa (S) ya Şahçiraxê, li bajarê Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê,  15 kes şehîd kirin ku di nav wan de 2 zarok bûn û 30 ziyaretker jî birîndar kirin.

Ev kiryara terorîstî ku DAIŞê berpirsatiya wê girtiye ser xwe, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û welatên curbicur ên cîhanê ve hat şermezarkirin.

Serepeyv