Cotmeh 19, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Rakirina cezayên di rêketinama navokî de bi zelalî diyar nebûne

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama şirovekirina rewşa dawî ya muzakireyên rakirina dorpêçan, got: Yek ji kêşeyên li ser rêketinama navokî (JCPOA) ev e ku soz û qirar bi zelalî hatine diyarkirin, lê rakirina dorpêçan bi zelalî nehatiye diyarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan destnîşan kir ku armanca Komara Îslamî ya Îranê ji muzakereyan bidestxistina lihevhatineke baş û bi îstiqrar e û got: Îran wê demê vedigere nav rêketinama navokî ku garantî û tezmînatên pêdivî bidinê.

Emîr-Ebdullahiyan eşkere kir ku Îran ti rêkeftinekê ku jê re zira û ziyan hebe îmze nake, lê li rêkeftineke maqûl digere ku berjewendiyên welêt misoger bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser daxwaza nerewa a Amerîkayê ji Îranê û got: Li kêleka rêketinama navokî, Îranê bi daxwaza Amerîkayê re rûbirû maye ku navê 60 welatiyên Amerîkayê ku destê wan di terorkirina Sertîp Suleymanî de hebû ji nav lîsteya reş derxîne, lê ev daxwaz nemaqûl e û ev xeta sor a Komara Îslamî ya Îranê ye.

Emîr-Ebdullahiyan li ser mijara şerê Ukraynayê jî diyar kir, di meha duyemîn a şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de, Ukraynayê ji Îranê xwestiye ku ji Rûsyayê bixwaze agirbestê pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir, Îran hewlên xwe yên ji bo pêkanîna agirbestê û vegerandina Ukrayna û Rûsyayê li ser maseya gotûbêjan didomîne, lê welatên rojava di şandina çekên şer de berdewam in.

Serepeyv