Cotmeh 19, 2022 10:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên Îran û Pakistanê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê peywendiyên Têhran û Îslamabadê bi taybet wesif kir û li ser berfirehkirina hevkariyên Îran û Pakistanê li hemû waran bi taybetî ewlehiya navçê teqez kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Sadiq Xan, nûnerê taybet ê serokwezîrê Pakistanê li karûbarên Efxanistanê ku ji bo gotûbêjkirina se pêşhatên li Efxanistanê hat Komara Islamî ya Îranê, roja sêşemiyê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de Emîr Ebdullahiyan destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Pakistanê wek ewlehiya xwe dibîne û amadebûna Têhranê ji bo hevkariyên ku ewlehiya navçê xurtir dike ragihand.

Emîr-Ebdullahiyan herwaha amaje bi hebûna zêdetir ji çar milyon û nîv welatiyên Efxanistanê li Îranê kir, ku piştî pêşhatên sala borî yên Efxanistanê û hatina Talîbanê li vî welatî zêdetir ji milyonek û nîv ji xelkê efxan koçberî Îranê bûn û  piştgirî da aştî û ewlehiya Efxanistanê da ku koçberên vî welatî yên li Îranê vegerin welatê xwe.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser civîna wezîrên karên derve yên welatên cîranên Efxanistanê ya sala par li Têhranê û got: Şopandina cîbicîkirina biryarên civîna Tehranê dikare metirsiyên ewlehiyê yên li ser Efxanistan û navçê ji holê rake û qadên aştî, aramî û geşepêdana Efxanistanê berfireh bike.

Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan amadebûna Komara Îslamî ya Îranê ji bo lidarxistina civîneke awarte ya wezîrên karên derve yên welatên cîranên Efxanistanê ragihand.

Di vê hevdîtinê de, Sadiq Xan, nûnerê taybet ê serokwezîrê Pakistanê bo karûbarên Efxanistanê jî bal kişand ser pêşhatên niha yên Efxanistanê û rewşa vî welatî û bi bîr xist ku ji ber sedemên navxwe û zextên derve rewşa jiyana xelkê vî welatî dijwar bûye û bê ewlehiya li vî welatî her diçe zêde dibe. Wî di dewamê de li ser giringiya rola avaker a welatên navçeyî û cîranên Efxanistan bi taybetî du welatên Îran û Pakistanê ji bo çareseriya pirsgirêkên vî welatî tekez kir.

Sadiq Xan herwiha got: Du welatên Îran û Pakistanê bi sedema hatina zêde ya penaberên efxan, kêmbûna asta jiyana xelkê Efxanistanê, zêdebûna bêewlehiyê û geşbûna bazirganiya madeyên hişber li vî welatî, herî zêde ji pêşhatên Efxanistanê zirar dîtine.

Wî her wiha got: Hevkariya Îran û Pakistanê dikare alîkariya gelê Efxanistanê bike û bandorên xirab ên rewşa navborî ji bo gelê Efxanistanê û navçeyê bi awayekî berçav kêm bike.

Serepeyv