Cotmeh 16, 2022 16:58 Asia/Tehran
  • Berteka berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember piştgirîkirina Biden ji aloziyên li Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, li axavtina xwe bi Serokomarê Amerîkayê re destnîşan kir ku Îran pir şanaz e ku îradeya wê bi destêwerdan û qîrîna siyasetmedarekî westiyayî sist û lawaz bibe û got: Adetên we ew e ku hûn ji avên gemar masiyan bigirin. lê ji bîr mekin, ev der Îran e, axa mêr û jin serbilind in.

Nasir Kenanî Çafî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemê li ser rûpela xwe ya înstagramê wek berteka li hemberî daxuyaniyên destwerdana serokomarê Amerîkayê Joe Biden piştî aloziyên vê dawiyê li Îranê nivîsî: Ne gotinên Biden û ne jî destwerdanên Amerîkayê ti carî Îranê matmayî nakin, ji ber ku destwerdan, êrîş û kuştin cewherê sîstema Amerîkayê ye, lê koka gelê Îranê di kûrahiya dîrokê de ye.

Ji destpêka geşedanên vê dawiyê yên li Îranê ve, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyên destwerdanê bo cara çendemîn piştgirî da aloziyên li Îranê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji ber helwesta Îraniyan li hember kuştina Mehsa Emînî "matmayî" bûye.

Biden her wiha îdia kir ku van protestoyan "tiştek hişyar kir ku bi van zûtiyan nayê bêdengkirin."

Serokê Amerîkayê her wiha got: Îran divê tundûtûjiyê li dijî welatiyên xwe yên ku tenê li gorî mafên xwe yên rewa û destûrî tevdigerin, rawestîne.

Serepeyv