Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Riya dermankirina dijminatiyan rawestan e
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, ajawegêrî û îsyanên belawela wek dîzayneke pasîf û şêlû ya dijmin li hember pêşketin û tevgerên mezin û nûjen ên gelê Îranê bi nav kir û got: Riya dermankirina dijminatiyan rawestan e.
Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr, ayetullah Xamineyî îro Çarşemê li hevdîtina bi serok û endamên dewra nû ya Lijneya Diyarkirina Berjiwendiyên Nizamê, balkişand ser vê yekê ku di bûyerên vê dawiyê de, rol û destêwerdana dijmin ji bo her kesî, ji bo pisporên biyanî yên bêalî jî li ber çavan û eşkere ye û got: Ev mijar ne mijareke xwebexş a navxweyî ye, helbet dibe ku hin qad bikar anîbin, lê kiryarên dijmin ên wekî propaganda, hewldana bandorkirina ser hiş û fikir, afirandina heyecanê, teşwîqkirin û hînkirina awayên çêkirina materyalên şewitandinê, êdî bi tevahî ji her kesî re zelal û eşkere ne.
Rêberê giranqedir ê inqilabê xala girîng di van dozan de "pasîf û berteka tevgera dijmin" nirxand û diyar kir: Miletê Îranê di demeke kin de tevgerên mezin ku 180 derece berovajî siyasetên Îstikbara cîhanî bûn, kirin û ew neçar kirin ku bertekê nîşan bidin û di vê çarçovê de bi plan û xerckirina pereyan, kesên ku di nav wan de hin siyasetmedarên Amerîka û Ewropayê û deverên din jî hene anîn meydanê.
Hezretê ayetulah Xamineyî herwiha got: Ev tevgerên mezin nîşan dan ku miletê Îranê ji bilî dilgeşiyê, olperest û pabendê nirx û mijarên olî ye û welat jî bi lez û bez tevgera xwe ya ber bi pêş ve didomîne.
Rêberê giranqedir ê inqilabê, hebûna bi milyonan ciwan di merasima Erbeînê û tevgerên olî de mînaka oldarî, olbawerî û tevgerên mezin ên neteweya Îranê nirxand û got: Bi rastî jî însiyatîf di destê gelê Îranê de bû û dijmin neçar ma ku bertekên ehmeqî û nezaniyê nîşan bide û plansaziya îsyan û aloziyê bike.
Hezretê ayetulah Xamineyî destnîşan kir: Heta ku gelê Îranê ala Îslamê hilgirin û li gel Nizama Îslamî bibin, ev dijminatiyana bi şêweyên curbicur dê berdewam bibin û yekane rêya dermankirina wê rawestan e.
Rêberê giranqedir ê inqilabê teqez kir: Em bi soza Xwedê ya serkevtina teqez piştrast in û bêguman alîkarîya Xwedê teala dê bi me re bibe.