Bersiva Îranê li hember daxuyaniya hevpar a hin welatan derbarê mirina Mehsa Emînî
Balyozê Îranê û nûnerê hertimî yê Îranê li Jinêvê li bersiva daxuyaniya hevpar a hin welatan derbarê mirina Mehsa Emînî da zanîn ku nêzîkatiy durû û belavkirina zanyariyên nerast û sexte yek ji metirsiyên cidî li ser riya pêşvebirina mafên mirovan e.
Komek ji welatan li Civata Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li hember mirin Mehsa Emînî bi weşandina daxûyaniyek alîgirane tometên derew li dijî Îranê xistine rojevê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Elî Behreynî, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li ofîsa Ewropî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Jinêvê got: Her ji demên despêkê yên koça dawî ya Mehsa Emînî, berpirsên pilebilind ên Îranê ji wan rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û serokê Komara Îslamî ya Îranê, fermana lêkolîna hûrgiliyên vê bûyera nebaş bi lez û bez dan."
Behreynî her wiha got: zincîre tedbîr hatine girtin, ji wan pêkanîna mekanîzmên lêkolînê di bin çavdêriya hikûmet û dezgeha dadwerî ya Îranê de ye û encamên lêkolînên berdewam dê di demek nêzîk de bi zelaliyeke tam bên weşandin.
Balyozê Îranê û nûnerê hertimî yê Îranê li Jinêvê bal kişande ser vê yekê ku di tu civakekê de şidet û tundûtûjî, gotinên nefretê, aloziyên giştî û terorîzm nayên qebûlkirin û amaje bi wê yekê kir ku nêzîkatiya durû û bijartî û belavkirina zanyariyên nerast, sexte û xapînok yek ji wan tehdîdên cidî li ser riya pêşvebirina mafên mirovan e.
Behreynî Îran wek yek ji serketîtirîn û baştirîn nimûneyên pêşdebirina mafên jinan da zanîn û got: Îran bi cidî pabendî erkên xwe yên navdewletî di warê mafên mirovan de ye û bi awayekî aktîf bi Encûmena Mafên Mirovan re ji bo pêşxistina mafên mirovî yên gelê xwe hevkariyê dike, bi taybetî di warê mafên jin û keçan de.