Îlon 18, 2022 10:49 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Merasima Erbeîna îsal pêwendî, dostanî û biratiya her du neteweyên Îran û Iraqê bihêztir kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, sipasiya hikûmet û neteweya Iraqê kir, ji ber mazûvaniya wan ji ziyaretkirên Erbeîna Huseynî û got: Erbeîna îsal pêwendî, dostanî û biratiya du neteweyên Îran û Iraqê bihêztir kir.

Duh (şemî) 20ê Sefera sala 1444ê hicrî-qemerî (17ê Îlona 2022an) salvegera 40-emîn roja (Erbeîna) Şehadeta Hezretê Îmam Husên (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û rêhevalên wî hezretî yên emekdar û dilsoz li çola Kerbelayê bû.

Her sal bi hilketina Erbeina Huseynî, bi milyonan kes ji çar aliyên cîhanê û di nav wan de ji Komara Îslamî ya Îranê, ji bo beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî, derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.

Di vê derbarê de û li gor rapora ajansa nûçeyan ya Fars`ê, Nasir Kenanî Çafî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, îro yekşemê û bi şopandina rêûresma Erbeîna Huseynî, li ser rûpela xwe ya şexsî di torên virtual, amaje bi wê yekê kir ku rawestana du salî ya merasim û meşa Erbeînê ji ber vîrusa koronayê rê li ber pêkhatina civîn û meşa mezin a gelanê negirt û ev merasim bi coşeke mezin bi beşdariya bi milyonan ziyaretkirên Erbeîna Huseynê bêyî ti cudahiyekê di navbera neteweyên her çar aliyên cîhanê de bi rê ve çû, heta  peyrewên ol û mezhebên din jî jê pêşewazî kirin û pabendbûna xwe bi peymana Seyid El-Şuheda (S) û îdealên wî hezretî nû kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku mezintirîn kombûna meşa li cîhanê bi milyonan kes di riyekê ber bi cihekî pîroz de anîne cem hev û destnîşan kir: Erbeîna îsal pêwendî, dostanî û biratiya du gelên Îran û Iraqê xurt kir.

Kenanî Çafî spasiya hikûmet û neteweya Iraqê wek mazûvanên hêja yên komcivîna mezin a Erbeîna Huseynî kir û destnîşan kir: Miletê hêja yê Iraqê her sal hemû îmkanên xwe pêşkêşî ziyaretkirên îranî û ne îranî yên Seyid el-Şuheda (s) dike, ku kûrahiya bawerî û dilpakiya miletê mezin ê I(raqê nîşan dide.

Serepeyv