Îlon 16, 2022 10:00 Asia/Tehran
  • Reîsî: Em rijd in ku bi tundî mafên gelê Îranê biparêzin

Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir ku biryara dawî ya lihevkirina navokî li ser milê Amerîkayê ye û destnîşan kir: Em rijd in ku bi awayekî xurt mafên Îranê û gelê wê biparêzin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ayetullah Reîsî pêncşemê şev li gotûbêja bi kanala nûçeyan a El Cezîre ya Qeterê got: Rakirina dorpêçên ser Îranê divê bi bidestxistina garantiyan re bibe û ji bo pêşdebirina muzakireyên navokî divê mijarên Peymanaq Çavdîrî û Parastinê bên çareserkirin.

Serokomarê Îranê got: Beriya ku welatên rojava ji me daxwaza rawestandina çalakiyên navokî bike, divê vî karî ji Rejîma Siyonîst a ku xwediyê çekên komkujî ye bixwaze.

Ayetullah Reîsî bal kişand ser vê yekê ku em rijd in li ser parastina mafên Îranê û gelê wê, derbarê hitmala muzakireya rasterast bi Amerîkayê re jî her wiha got: " danûstandina rasterast bi Amerîkayê re li ser rêketinama navokî ti feydeya xwe tine û divê Amerîka tedbîrên pêbaweriyê bi aliyê Îranê re bigire."

Serokomarê Îranê di dewama axaftina xwe de li ser dorpêçên nû yên ku Amerîkayê li ser Îranê sepandine got: Eger Waşîngton lihevkirinê bixwaze; Çima di dema danûstandinên navokî de boykotên nû ferz dike?

Ayetullah Reîsî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa danûstandinên Tehran û Riyazê kir û got: Danûstandin bi Erebistana Siûdî re berdewam e û me 5 gerên gotûbêjê pêk anîne û dê berdewam bin.

Serokomarê Îranê li bara hebûna hêzên biyanî li navçê jî got: heger hêzên biyanî destêwerdanê nekin, pirsgirêkên navçê çareser dibin.

Ayetullah Reîsî di berdewamiya axaftina xwe de li ser pêşhatên Iraqê jî got: Em kêfxweş dibin ku hikûmetek bihêz li Iraqê bibînin û êdî Iraqî rê nedin hebûna Amerîkiyan.

Serokomarê Îranê got: Welatên Ewropayê derbarê krîza Iraqê de pêwendî bi me re kirin û me ji wan re got ku ev mijar îraqiyan eleqedar dike.

Ayetullah Reîsî behsa mijara Yemenê jî kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo pêkanîna agirbesteke herdemî û pêşdebirina muzakereyan divê dorpêça li ser Yemenê were rakirin.

Serepeyv