Reyîsî û Pûtîn li Semerqenda Uzbekistanê civiyan
Îlon 15, 2022 15:23 Asia/Tehran
Serokomarên Îran û Rûsiyê di kêleka civîna serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Semerqenda Uzbekistanê civiyan.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê û Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê li kêleka civîna 22an a serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Semerqendê civiyan.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi Sedîr Cebarov serokomarê Qirqîzistanê, Jang Mîng Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Şanghayê û Îmam Elî Rehmanov serokomarê Tacîkistanê ra civiya.