Reyîsî: Siyaseta Îranê zêdekirina hevkariyên bi welatên Amerîkaya Latîn e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê zêdekirina hevkariyan bi welatên Amerîkaya Latîn bi taybet li gorî potensiyelên heyî ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di hevdîtina digel 'Ramón Blázquez', şandiyê taybet ê serokomar û wezîrê veguhestinê yê Venezuelayê da, bi gotina vêya ku peywendiyên Tehran-Karakasê bilez berfireh dibin, got: Komara Îslamî ya Îranê dosta Venezuelayê ya rojên dijwar e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi siyaseta Îranê ya berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî bi welatên dost ra, tekezî li ser girîngiya zêdekirina hevkariyên Îranê bi welatên Amerîkaya Latîn ra bi taybet li gorî potensiyelên heyî yên cihêreng kir û got: Em amade ne peywendiyên bi Venezuelayê ra di hemî waran da, nemaze warên bazirganî, enêrjî, teknolojî, zanist û berevaniyê berfireh bikin.
Ramón Blázquez jî kêfxweşiya xwe ji peywendiyên digel Îranê yên ber bi zêdebûnê diyar kir û tekezî li ser hewla Karakasê ji bo zêdekirina hevkariyên bazirganî, tranzîtî û siyasî kir.