Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê serdana Komara Azerbaycanê kir
Hevdîtinên dualî û lidarxistina civînên cûr bi cûr digel nûnerên pêşeyên berevaniyê yên welatên beşdar di Pêşangeha navneteweyî ya Berevaniyê ji benameyên serdana sêrojî ya Edmîral Emîr Restigarî hatine zanîn.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Edmîral Emîr Restigarî, Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê û taxima pê ra vê sibê bi mebesta beşdariya di Pêşangeha navneteweyî ya berevaniyê ya "ADEX"a Bakûyê, derbasî Komara Azerbaycanê bûn.
Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Li vê pêşangehê, Îranê beşeke şiyanên pêşeyên xwe yên berevaniyê di warên şerê bejahî, şerê asimanî, şerê deryayî û hejmareke sîstemên nû di warê elektromegnetîk, telekom, radyoyî û Hişê Çêkirî (Artificial intelligence) da nîşan dane.
Di çaremîn Pêşangeha navneteweyî ya pêşeyên berevaniyê ya Komara Azerbaycanê da, zêdetir ji 200 kompaniyên çalak di warên berhemanîna amûran ji 26 welatan kom bûne û destkeftên xwe yên herî dawî raber kirine.