Îlon 03, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Îslamî: Dijmin sûdwergirtina Îranê ji potensiyela teknolojiyên nûjen nahemilîne

Alîkarê serokomarê û Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê hebûna potensiyela teknolojiyên nûjen ji bo her welatekî wek hêzek da zanîn û got: Welatên hêzxurt sûdwergirtina Îranê ji van potensiyel û şiyanan nahemilînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Îslamî, Alîkarê serokomar û Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê êvara Înê di merasima bîranîna şehîdên navokî û 110 şehîdên Baregeha Besîcê ya Ayetullah Seîdî ya Kaşanê li parêzgeha Îsfehanê da tevî amajeya bi boykotên zalimane yên Amerîkayê û hin hevpeymanên wê li dijî Îranê got: Îran sazşkariyê (aştiya bi dayîna serpişkiyan) nake û rêya serxwebûn, sserbilindî û berjewendiyên welêt bi ti tiştekî ra nade miamilekirin.

Îslamî got: Komara Îslamî ya Îranê di mijara navokî da di destpêka rê da ye û ev zanist dê gelek derfetan çê bike ku ji bo nifşa niha û pêşerojê dê gelekî bibandor be.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê bi gotinan vêya ku her welatek ku teknolojiya nûdiyarbûyî heye, bihêz e, got: Komara Îslamî ya Îranê roja îro bêyî wergirtina alîkariyê ji welatên din û tevî hebûna hemî astengîderxistin û xerabkariyên ku dijmin pêk tînin, bûye xwediyê teknolojiyên nûjen û ji bin serdestiya istikbara cîhanî derketiye.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî bibîrxistina reftara ducûre ya dijminan digel mijara navokî ya Îranê, got: Dijmin bawer in ku Îran xwedan rêberiya bikêrhatî ye û eger teknolojiya pêşketî, bipergal û xwedan berjwendî û hêza aborî bi dest bixe, ti kes nikare li dijî wê raweste.

 

Serepeyv