Şêx Neîm Qasim: Hizbullahê hevsengiyên navçeyên guherandin
Alîkarê Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê tekez kir: Hizbullahê hevsengiyên navçeyî guherandine.
Endamên gelemperî yên Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) derdora 700 kes in ku li gorî Rêziknameya Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) her çar salan carekê dicivin û li ser mijarên herî dawî, pirsgirêk û hewcetiyên demê yên civata şîeyan bi hev ra diaxivin.
Li gorî rapora IRNAyê, Şêx Neîm Qasim, Alîkarê Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê di komcivîna Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) da li Tehranê, got: Niha nêrîna serdest û pirranî li navçeyê ji "Hewildana ji bo tesbîtkirina Rejîma Siyonîst", "Dewama Girêdayîbûna bi welatên rojavayî" û "Bêhêvîbûn û teslîmbûnê" veguheriye bo "Têkoşîna ji bo rizgarkirina Filistînê", "Hewildana gelên misilman ji bo serxwebûnê", "Berxwedana û bidestxistina serfirazî û rûmetê".
Alîkarê Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê li ser pêwîstiya yekîtî û hevkariya di navbera misilmanan, girîngiya rola rêberî û Welayeta Feqîh wek mihwer û diyarkera rê ji bo xurtkirina xalên hevpar tekez kir.
Heftemîn komcivîna Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S) roja derbasbûyî (Pêncşemî) bi beşdariya ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê û mêvanên derveyî li salûna Civîna Serokan a Tehranê dest pê kir.