Tebax 24, 2022 15:46 Asia/Tehran
  • Şêwirmendiya erênî û têgihîştina pêşîn a şanda Kurdistana Iraqê li Urmiyê

Berpirsê gumrika Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, şêwir û gotûbêja digel rayedarên parêzgeha Azerbaycana rojava li bakurê rojavayê Îranê li Urmiyê erênî û giring nirxand.

Cewer Resûl berpirsê gumrikê yê îdareya Raprîn a parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê li hevpeyvîna digel ajansa nûçeyan a Îranpress`ê li Urmiyê, derbarê encamên şêwirên bi rayedarên parêzgeha Azerbaycana rojava re diyar kir: Mijara girîng a hatûçûna rêwiyan ji sînorê Keleyê û pêkanîna wê wekî sînoreke navneteweyî ye.

Berpirsê gumrika îdareya Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: Bi şêwirîna tev rayedarên parêzgeha Azerbaycana rojava li ser 13 mijaran lihevkirin pêk hatiye û dê di çend rojên bê de piştî lêkolînên zêdetir ji aliyê parêzgeha Azerbaycana rojava û Gumrika Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê ve werin îmzekirin.

Cewer Resûl di derbarê pirsa aborî de jî diyar kir, ji bo baştirkirina peywendiyên aborî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de, şanda Kurdistanî li gel kompaniyên îranî civiyan û li ser derkirîn û derfirotinê û danasîna sînorê Kelehê gotûbêj kirin.

Berpirsê gumrikê yê îdareya Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê her wiha got: Îran ji bo fermîkirina sînorê Kelehê dilxwaztir e, ji ber ku xelkê her du aliyên sînor gelek zehmetî kişandine û neçar in ku li riyeke dom û dirêj  seferê bikin. 

Şandeke Rêveberiya Gumrika parêzgeha Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê serdana bajarê Urmiyê navenda parêzgeha Azerbaycana Rojava kir û li ser rakirina astengên li pêşiya berfirehkirina hevkariyên aborî gotûbêj kirin.

Serepeyv