Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêşxistina hevkariyên ligel hikûmeta Malî kir
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi serokê dewleta Veguhêz a Malî li ser berfirehkirina hevkariyên dualî pêgirî kir.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Sêşemê danê sibê gihîşt Bamakoya paytexta Maliyê û ji aliyê wezîrê karên derve û darayî yê vî welatî Abdallah Diop ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina tev "Aismî Goita" serokê hikûmeta Veguhêz a Malî, bi şirovekirina lihevkirinên ji bo pêşxistina hevkariyên aborî û bazirganî yên bi Malî re di çarçoveya Komîsyona Hevkariya Hevbeş de, got: Hikûmeta Îranê rijd e li ser pêşxistina hevkariyên bi dewleta Malî re, bi taybetî di sê warên aborî-bazirganî. parastin û zanistî - teknolojîk de.
Emîr-Ebdullahiyan pesna xebat û hewlên dewleta Malî di şerê li dijî tevgerên terorîstî de da û tecrubeyên Îranê di şerê li dijî tevgerên terorîstî yên navçeyî yên wek DAIŞ`ê şirove û zelal kir û diyar kir ku gelê Îranê tevî dorpêçên hovane û berfireh, kariye serxwebûna siyasî û pêşkeftinên xwe yên zanistî biparêze û serkeftina xwe ya aborî berdewam bike.
Di vê hevdîtinê de, "Aismi Goita" serokê hikûmeta Veguhêz a Malî jî pêşwazî li rêkeftinên di navbera her du welatan de ji bo bihêzkirina hevkariyên aborî kir û destkeftên gelê Îranê li rûbirûbûna dorpêçên zalimane û bidestxistina pêgeha girîng a siyasî û aborî bi nirx da zanîn û ev serketinên neteweya Îranê li navçê û cîhanê wek nimûneyek baş ji bo neteweya Malî da zanîn daku bi saya vê mînakê li hember zêdegavîyên hin hikûmetên biyanî li ber xwe bide.
Guita rêvebirina siyasî ya serkeftî ya berpirsên Îranê di arastekirina geşepêdana aborî û zanistî ya welêt de bi nirx da zanîn û daxwaza xurtkirina zêdetir a hevkariyên aborî-bazirganî û zanistî di navbera her du welatan de kir.