Serdana Emîr-Ebdullahiyan bo Maliyê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya heyeteke siyasî û aborî de giheşte Bamakoya paytexta Maliyê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê, îro sêşemê (danê sibê) di serokatiya şandeke siyasî û aborî de giheşte Bamakoya paytexta Maliyê û ji aliyê Ebdulah Dîop wezîrê karên derve yê Maliyê ve hat pêşwazîkirin.
Di vê hevdîtinê de, Ebdullah Dîop, her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Maliyê diyar kir û ev serdan nîşana îradeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşxistina peywendiyên giştalî digel Maliyê da zanîn û ji aliyê hikûmeta Malî spasiya Îranê kir ji bo ku giringiyê dide pêşxistina peywendiyên bi Maliyê re.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha bal kişand ser siyaseta dewleta 13`an a Îranê ji bo pêşxistina peywendiyên giştalî û bi taybetî hevkariyên bazirganî û aborî bi Maliyê re û diyar kir ku Tehranê ji bo zêdekirina têkeliyên aborî bi Bamakoyê re plansaziya taybet heye.
Serdana Emîr-Ebdullahiyan li ser vexwandina wezîrê karên derve yê Maliyê pêk hat û wezîrê derve yê Îranê di heyama mana xwe ya li Maliyê de dê bi hevtayê xwe û serokomarê Maliyê re bicive û li ser pêşxistina peywendiyan bi wan re gotûbêjan bike.
Piştî ku hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê qebûl kir ku milyonek doz vaksîna Koronayê ya Berkat pêşkêşî Maliyê bê kirin, beşek ji van vaksînan di serdana wezîrê karên derve yê Îranê de radestî rayedarên Maliyê tê kirin.