Tebax 23, 2022 09:12 Asia/Tehran
  • “Serdar Ebulfezl Elîcanî” li Sûriyê şehîd bû

“Serdar Ebulfezl Elîcanî” tevlî şehîdên parastina Heremê bû.

Parêzvanên mezara Hz. Zeyneb (s) anku parazvanên mezarên Ehlî Beytê, ew kom in ku bi piranî piştî rûxandina tirba “Hucr ibin Edî” ji aliyê komên tekfîrî-terorîst ve û gefxwarina van komên terorîst ji bo êrîşkirina ser Herema Hz. Zeyneb (s), bi mebesta rawestana li ber DAIŞê û komên din ên terorîst û ji bo girtina pêşveçûna wan çûn Sûriyê. 

Ji destpêka sala 1392’an a Şemsî ve gotina “Parêzvanên Heremê” li Îranê ketiye nav edebiyata civakî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, “Şehîd Ebulfezl Elîcanî” yek ji efserên fakulteya piyade ya zanîngeha Hz Emîr El-Muminîn (S) ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li Isfehanê û yek ji şêwirmendên leşkerî li Sûriyê bû ku îro Sêşemê di dema cihanîna erka xwe ya şêwirmendiyê li Sûriyê de şehîd bû û tevlî hevriyên xwe yên şehîd bû.

Serepeyv