Şêwirîna Çavuşoglu û Emîr-Ebdullahiyan ya bi telefonê
Tebax 10, 2022 23:50 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro bi telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî re derbarê danûstandinên rakirina cezayên li dijî Îranê de şêwirî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, li daxûyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê di vê derbarê de hatiye: Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îranê li ser gotûbêjên navokî, lehiya vê dawiyê li Îranê, geşepêdan û kûrkirina peywendiyên dualî, gotûbêj kirin. Pirsên li rojavayê Asyayê û Her wiha mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.