Civîna şanda danûstandinan a Îranê ligel "Enrique Mora"
Tîma danûstandinan a Îranê di dewama hevdîtinên Viyenê de bi koordînatorê Rêkeftina Navokî re civiya û pê re şêwirîn kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Elî Baqirî Kenî" endamê payebilind ê desteya muzakereyên Îranê duhî (îniyê) li gel tîma Îranê bi Enrîque Mora kordînatorê bernama navokî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj kirin.
Dîplomatên Îranî tekez kirin: îstiqrara rêkeftinê di hevsengiya wê de ye û pêbawerî li hember pêbaweriyê ye.
Li gorî dîplomatên Îranî: Pirsgirêkên derbarê Peymana Çavdîrî û Parastinê yên ku tên îdiakirin, ji ber zextên siyasî çêbûne û bi zextên siyasî berdewam bûne û di eslê xwe de siyasî ne û nabe ku di pêşerojê de ji bo binpêkirinan li dijî Îranê bên bikaranîn.
Dîplomatên Îranî derbarê atmosfera hevdîtinên Viyenê de jî diyar kirin: Niha saetên diyarker in û divê di zûtirîn dem de piştrastiya aliyê Îranê were bidestxistin.