Tebax 02, 2022 19:21 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Divê Amerîkî nefikirin ku bi ceza û zextan dikarin puanan bi dest bixin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîkî bila nefikirin ku dikarin li ser maseya muzakereyê bi dorpêç û zextan puan û vantajan bi dest bixin, bila ew dev ji zêdegaviyê berdin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê, roja sêşemê li kêleka dewra heftemîn a merasîma xelatkirina mafên mirovan a îslamî û kerameta mirovî li Têhranê ji rojnamevanan re got: Herî dawî jî Joseph Borrell berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê destpêşxeriyek pêşkêş kir û metnek ji bo Îranê, welatên endamên koma çar zêdeyê yekê û Amerîkayê şand û di demekê de ku welatên muzakerekar û Îran li ser vê metnê lêkolînê dikin û li ser kombûna li dora maseya gotûbêjan li hev dikin, duh Amerîkayê biryarek nû derxist û 6 kompanî û keştiyek ji ber pêwendiya wan bi Îranê re xistin nav lîsteya sizayan.

Emîr-Ebdullahiyan diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê jî ji şeva borî ve bi lêkirina gazê li sedan santrîfujên nifşê nû bersiva vê kiryara Amerîkayê da.

Divê Amerîkî nefikirin ku bi berdewamkirina dorpêçên li ser Îranê dikarin li ser maseya danûstandinan puanan bi dest bixin, divê zêdegavîyê bidin aliyekî; Îran xwedî mantiq û piştgirê muzakereyê ye û li ser bidestxistina rêkeftineke bihêz cidî ye.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha bal kişand ser cezayê neadilane yê hemwelatiyê Îranê Hemîd Nûrî ku li dadgeha Swêdê hatiye birîn û li ser wê got: Di peywendiya telefonî ya dawî ya ligel Wezîra Derve ya Swêdê de tekez kir ku, nabe hûn li gorî îdiayên bêbingeh ên koma terorîst a Minafiqîn ên li welatê xwe tevbigerin. Divê ev yek bibe cihê şermê ji bo Rojava û Swêdê ku îdiayên wan li ser tevgereke terorîstî ye ku 17 hezar welatiyên Îranê teror kirine.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara pêşhatên rojên dawî li Iraqê jî got: Serkirdeyên Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên ku li hundirê vî welatî derketine, xwediyê jêhatî û hişyariya pêwîst in û rola merceyiyetê, aqilmendî û hevahengiya serkirdeyên siyasî li vî welatî riya herî girîng a çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê ye.

Serepeyv