Tîrmeh 27, 2022 00:06 Asia/Tehran
  • Reîsî: Em rakirina boykotan bi şêwazeke bi rûmet dişopînin

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Îranê bi rêzdarî li dû rakirina dorpêçan e û got: Emê rewşê ji bo berjewendîya miletê Îranê biguherînin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Islamî ya Îranê li 25`emîn kombûna seranserî ya pêşnimêjên înê yên welat got: Komara Îslamî ya Îranê tu carî ji ser maseya muzakereyê derneket, lê eva rojavayiyan bûn ku di dema van muzakereyan de bi derxistina biryarnameyekê di Konseya Rêveber a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de qeyraneke din çêkir.

Reîsî bi gotina vê yekê ku bi encambûna muzakereyan berî her tiştî hewcedarê îradeya aliyê din e, destnîşan kir: Helwesta Komara Îslamî ya Îranê mentiqî û aqilane ye û eşkere ye ku eger aliyê din bi mentiq û aqilane tevbigerin, muzakere dikare bibe sedema encameke baş.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, afirandina hêviyê di nav xelkê de wek karê sereke yê  welêt bi nav kir û got: "Îro em ji her carê zêdetir ji pêşeroja welat hêvîdar in û em pişta xwe didin wan tiştên ku di destên me de hene. Her wiha emê bi piştgiriya millet û rêbere mezin ê Inqilabê rewşê li gor berjewendiya gel biguherînin."

Reîsî her wiha got: Bihêzkirina siyaseta cîrantiyê prensîba bingehîn a hikûmetê di warê dîplomasiyê de ye û ev guhertina reyla stratejîk bû sedem ku hevsengiya bazirganiya Îranê bi cîranan re erênî bibe û nirxê danûstandinan çend caran zêde bibe.

Serepeyv