Reîsî: Derxistina biryara li dijî Îranê di Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de kiryareke krîzsaz bû
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Derxistina biryarnamê li dijî Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê, kiryareke krîzsaz bû û bi mebesta pêkanîna zextê li dijî gelê Îranê bû.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li gotûbêja telefonî tev Emmanuel Macron serokomarê Fransayê, kiryar û helwestên neçêker ên Amerîka û welatên Ewropayê li dijî Îranê şermezar kir û got: Derxistina biryarnameyekê li dijî Îranê di Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de bû sedema lêketina derbeyekê li baweriya siyasî.
Reîsî herwiha diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê, bidestxistina rêkeftinekê girêdayî çareser kirina tam a kêşeyên Peyamana Parastin û Çavdêriyê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û dabînkirina garantiyên pêwîst, ji wan berdewamiya pabendbûna bawerpêkirî ya aliyên lihevkirinê û dabînkirina berjewendiyên aborî yên neteweya Îranê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser geşbûna berçav a hevkariyên siyasî û aborî yên Îranê bi welatên curbicur ên cîhanê û dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê ser zirara aboriya cîhanî û bi taybetî Ewropayê da zanîn.
Reîsî bi redkirina reseniya şer di çareserkirina kêşeyên di navbera welatan de û pêwîstiya çêkirina pêbaweriya ewlehiyê de, bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye ji bo bidawîanîna nakokiyên li Ukraynayê û çareserkirina pirsgirêkan bi riya gotûbêjên siyasî, rola xwe bilîze.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bal kişand ser girîngiya rola Komara Islamî ya Îranê li bidestxistina encamên pêvajoyên siyasî li navçê û got: Dewleta Fransayê piştgiriya helwesta Îranê ya dijberiya operasyonên leşkerî yên hin welatên navçê li dijî Sûriyê dike.
Serokomarê Fransayê herwiha tekezî li ser berdewamiya rola welatê xwe li gihîştina bi encamdana gotûbêjên navokî kir.