Serdana Erdogan a Tehranê, mijara axaftina Çavuşoglu û Emîr-Ebdullahiyan bû
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re li bara mijarên têkildarî peywendiyên siyasî û konsulî yên du welatan û sefera dualî ya fermî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bo Têhranê gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, roja şemiyê piştî nîvro li peywendiya telefonî ya navbera Mevlut Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê, her du aliyan kêfxweşiya xwe ji serdana nêzîk a serokomarê Tirkiyê û şanda pêre bo Îranê nîşan dan û her duyan ser hin mijarên pêwendîdarê du welatan şêwirîn û gotûbêj kirin.
Di vê peywendiya telefonî de hin mijarên girêdayî peywendiyên siyasî û konsulî yên her du welatan û serdana fermî ya Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bo Têhranê hatin gotûbêjkirin.
Serokomarê Tirkiyê êvariya roja duşemiyê li ser vexwandina fermî ya serokomarê Îranê Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî û di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de dê bigihe Têhranê.
Hevdîtin û gotûbêja bi serokê Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina heftemîn civîna Konseya Bilind a Hevkariya Îran-Tirkiyê û lidarxistina civîna çapemeniyê dê ji planên serdana fermî ya Erdogan bo Îranê bibin.