Tîrmeh 14, 2022 21:10 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îrana Îslamî roja îro bihêztir ji her demekê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Roja îro Îrana Îslamî bihêztir ji her demekê ye.

Reyîsî roja Pêncşemiyê piştî derbasbûna bo parêzgeha Kirmaşanê derdem bi helîkopterekê berê xwe da navçeyên sînorî yên Îranê di gel Iraqê û tevî serdana sînorê du welatan, bi awayê asimanî serdana derbasgeha sînorî û gunrîka Perwîzxanê li bajarê Qesrê Şîrînê kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li salûna werzîşê ya Îmam Xumeynî (Re) ya bajarê Kirmaşanê di hevdîtina bi gelê Kirmaşanê ra, destwerdana Amerîka û hevpeymanên wê sebeba bêewlehîtiyê da zanîn û got: Gelê misilman ên navçeyê gelekî ji pêwendiyên bi heqaret ên Amerîkayê û hevpeymanên wê bêzar in.

Reyîsî di dewamê da bi gotina vêya ku Rejîma Siyonîst divê bizane ku nabe bi çavê timakariyê li ciheî binêre, got: Bila Amerîka û hevpeymanên wê bizanin ku gelê Îranê yê mezin tu wextî qeyran û bêewlehîtiyê li navçeyê qebûl nake.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha Kirmaşan wek çarrêyanek ji bo tranzîta kelûpelan da zanîn û got: Cînartiya Kirmaşanê tev Iraqê derfeteke baş e da ku em bikarin bazarçeyên sînorî çalak bikin.

 

Serepeyv