Tîrmeh 10, 2022 13:10 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran li dijî her cûre destwerdana derveyî li Sûriyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îran piştevana bicihbûna aştî û aramiyê û li dijî her cûre destwerdana derveyî li Sûriyê ye.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara Şemiyê di têkiliya telefonî di gel Bişar Esed serokomrê Sûriyê, tevî pîrozkirina cejna Qurbanê li gel û dewleta Sûriyê û bi gotina vêya ku piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji Mihwera Berxwedanê û bi taybet Sûriyê dê were domandin, got: Îran piştevana bicihbûna aştî û aramiyê û li dijî her cûre destwerdana derveyî li Sûriyê ye.

Her wiha di vê têkiliya telefonî da Bişar Esed serokomarê Sûriyê tevî pîrozkirina cejna Qurbanê li gel û dewleta Îranê, ji Serokê Komara Îslamî ya Îranê xwest ku pîrozbahiyên wî yên herî germ bigihîne Rêberê Mezin ê Înqilaba Îslamî.

Serokomarê Sûriyê bi gotina vêya ku dijmin roj bi roj li hemberî Bereya Berxwedanê lawaztir dibin, got: Îran û Sûriye di çeperekêda ne û ez hêvîdar im em sala bê di halekî cejnê pîroz bikin ku gelên Îran û Sûriyê şehedê serkeftinên ber bi zêdebûnê yên navxweyî û derveyî bin.

 

Serepeyv